Ehmed Turk: Kurd azad nebin Rojhilata Navîn jî azad nabe

Ehmed Turk: Kurd azad nebin Rojhilata Navîn jî azad nabe

 

Waar–Duhok:

Hevserokê şaredarîya Mêrdînê li bakurê Kurdistanê ragîhand; jibilî gotubêjên aştîyane çi rêyên din li ber wan nînin, heta Kurd jî azad nebin Rojhilata Navîn azad nabe.

Ehmed Turk pişikdarî kombûna heftîyane ya frakisyona HDPê li perlemanê Tirkîyê kir û ragîhand; pêdvîye sîyaseta tundutîjî ya îro bi dawî bê.

Ehmed Turk ragîhand jî; wan tundutîjîyên di navbera salên hezar û nehsed û heştê û çarê û heta sala hezar û nehsed û not û çarê da dîtin û neikarin daxwazîyên azadîya bêdeng bikin.

Got jî: cihê serokên şaredarîyan li nava xelkê û xizmetkirine, gelê Kurd jî di vê cografyayê da xebatê dike, heta Kurd azad nebin Rojhilata Navîn jî azad nabe.

Ehmed Turk aşkere kir; hindek ji bîroka Kurdan ditirsin ku Kurd xwedî şîyanin bo guhertinan li Rojhilata Navîn, lewra ew dibin armanc.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.