Ehmed cerba: welatên zilhêz piştevanyê li serxwebûna kurdisttanê diken

Ehmed cerba: welatên zilhêz piştevanyê li serxwebûna kurdisttanê diken

WAAR_Duhok:

Parlemantarekê Îraqê ragihand; Pişkeka welatên zilhêzên cîhanê di mîdyayê de Referandoma serxwebûna Kurdistanê ret diken, lê li pişt perdan bi wê yekê razîne û piştevanyê jî lê diken.
Ehmed Cerba parlemantarê Îraqê ji parêzgeha Neynewa ragihand; Ew dikarin bibin pişikek ji gotûbêjan ji bo çarekirina pirsgrêkên ji sedema Referandomê dirust bûyîn.
Amaje jî da; Pêşbînî hebûn qonaxa piştî  DAIŞê zimanê gotubêjan dirust bibe lê niha zimanekê tund di navbera alîyên sîyasî da çêbûye û got; Gelek ji welatên zilhêz li ser sazîyên ragihandinê Referandoma serxwebûna Kurdistanê ret diken, lê li ser wê yekê razîne û piştevanyê jî lê diken.
Ehmed Cerba eşkera jî kir; Niha bizavek heye ji bo aramkirina rewşê û got; Rûniştinek bi berhevbûna serokomar û serokwzîran û serokên kutlên sîyasî ji bo bi dawî anîna wê qeyranê dê bê pêk anîn.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.