Ebadî: Pêşmerge wê vegerin deverên xwe

Ebadî: Pêşmerge wê vegerin deverên xwe

 

Waar–Duhok:

Serok wezîrên Îraqê ragîhand digel hikûmeta herêma Kurdistanê rêkeftine ku ew deverên pêşmerge di şerê Daişê da girtin dê jê bên vekişandin.

Heyder Ebadî di hevdîtinekê da digel kenalê (Frans24) dîyar kir ew rêkeftin berî despêkirina proseya azadkirina Mûsilê digel hikûmeta herêmê hatîye kirin, lewra pêdvîye pêşmerge wan deveran radestî hikûmeta Îraqê bike.

Hejî gotinê ye Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê çend caran gotîye: ew cihên me bi xunê girtine bernadin.

Herwesa Ezîz Weysî fermandê hêza zîrevanyê di hevdîtineka kenalê War da têkes kirîye ku ew deverên berî destpêkirina proseya azadkirina Mûsilê pêşmerge girtin nayên berdan û yên piştî wê proseyê dê bi rêkeftin berdin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.