Ebadî: Em û pêşmerge rênadin destêwerdan li Şingalê bên kirin

Ebadî: Em û pêşmerge rênadin destêwerdan li Şingalê bên kirin

 

Waar–Duhok:

Serok wezîrên Îraqê ragihand; bi hevkarîya digel hêzên pêşmerge ew rê nadin çi destwerdanek di Şingalê da bê kirin.

Heyder Ebadî di peywendîyeka têlefonê da di gel hevkîfê xwe yê Tirkîyê, Bînalî Yildirim ragîhand; bi hevkarîya di gel hêzên pêşmerge, ew rê nadin çi destwerdanek di Şingalê da bê kirin.

Li gorî ragîhandina civata wezîran, Yildirim, û Ebadî rewşa şerê Daişê gutubêj kirin û tekez jî kirîye; hêzên Îraqê bi hevkarîya di gel hêzên pêşmerge û îdareya Şingalê rêkê nadin çi hêzek din destêwerdanê di Şingalê da bikin.

Ji alîyekê din ve, Ebadî ji Yildirim xwest hêzên Tirkîyê ji devera Başîkê bên vekşandin.

Ji alîyê xwe ve serok wezîrê Tirkîyê tekez kir; ew rêkê nadin peywendîyên navbera Îraq û Tirkîyê têk biçin bi taybet jî ji egera hebûna hêzên wan li nêzîkî Başîkê, herwesa dubare daxwaz ji Ebadî kir serdana Enqere bike.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.