Ebadî daxwaz ji Îraqîyan dike Almanya bicih bêlin

Ebadî daxwaz ji Îraqîyan dike Almanya bicih bêlin

 

Waar–Duhok:

Serok wezîrên Îraqê ragîhand; hemû deverên rizgar kirî wê bên ava kirin û daxwaz ji ÎraqÎyên li Almanya kir, wî welatî bicih bêlin û vegerin Îraqê.

Di hevpeyvînekê da digel rojnameya Bêld ya Almanî, Heyder Ebadî got: di demeka nêzîk da, terora Daişê wê li Îraqê bê jinav birin û hikûmet dê dest bi avakirina deverên rizgar kirî û vegerandina aramî û asayîşê bike û êdî ew dever dê parastî bin û pêwîste hemû Îraqî vegerin welatê xwe, bi taybet jî ew hijmara mezin a li Almanya dijîn, jiberku niha welat pêdvî wane.

Got jî: di berjewendîya awareyên Îraqî daye vegerin, jiberku êdî teror dê bi dawî bê û hikûmet jî dê asayîş û silametîya welatîyên xwe dabîn bike.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.