Ebadî: Çi gavên realî ji bo serxwebûna Kurdistanê di rêda nîne

Ebadî: Çi gavên realî ji bo serxwebûna Kurdistanê di rêda nîne

 

Waar -Duhok:

Serok wezîrên Îraqê ragîhand; ji alîyê sîyasî ve, heta niha çi gaveka realî bo serxwebûna Kurdistanê nehatîye avêtin, çi alîyek jî ew agehdar nekirine.

Di prês konfiransekê da li Bexda, Heyder Ebadî serok wezîrên Îraqê, behsa serxwebûna Kurdistanê kir û got: bê guoman mafê her gelekîye biryarê li dor çarenivîsa xwe bide, lê heta niha herêmê ji alîyê sîyasî ve ev babet pêşkêşî Bexda nekirîye û babe di qonaxa teorî daye û çi gavên realî bo serxwebûna Kurdistanê, di rêda nînin.

Got jî: behskirina babetê serxwebûna herêmê qedexe nîne, lê qedexe alîyekê herêmê bi tenê biryarê li ser wê dide, ji berku niha Îraq di nêzîktirîn qonaxa yekgirtinê daye û pêdvîye hemû alî rêzê li Îraqê bigrin û kar bo bihêz kirina wê bikin.

Ebadî da zanîn jî: şanda Hevpeymanîya Niştîmanî di serdanên xwe yên herêmê da, pirsa serxwebûnê digel serkirdeyên herêma Kurdistanê weku babetekê teorî behs kirine û serkirdeyên herêmê jî bo wan ragîhandîye, ku mafê her gelekî ye, daxwaza serxwebûnê bikin.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.