Dr.Ferset Sofî wek Parêzgarê Hewlêrê hat hilbijartin

Dr.Ferset Sofî wek Parêzgarê Hewlêrê hat hilbijartin

WAAR_Duhok:

Encumena Parêzgeha Hewlêrê bi rêya hilbijardina aşkere Dr. Firset Sofî weke parêzgarê Hewlêrê hat hilbijartin

Erşed Şiwanî peyamnêrê WAARê li Hewlêrê raguhand: Encumena Parêzgeha Hewlêrê bi rêgeya dengdana aşkere kandîdê Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê bo  parêzgariya Hewlêrê Dr. Firset Sofî weke parêzgarê nû yê Hewlêrê hilbijart. Firset Sofî bi dengê 27 endamên encumenê bi giştî bi 28 dengan weke parêzgarê nû yê Hewlêrê hat hilbijartin.

Got jî: Li gorey qanûna Civatên Parêzgehan ya sala 2009ê piştî bi destveînana dengên pêdivî, Civata Parêzgehê dê raporta xwe bo Wezareta Navxwe hinêrît û paşan parêzgarê nû, dê li beranberî serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Wezîrê Navxwe sûnda qanûnî bixwet.
Newzad hadî, parêzgarê berîya niha yê Hewlêrê, ku bo demê du xulan parêzgarê Hewlêrê bû, piştî destbikarbûna parêzgarê nû, dê wek şîretkarê serokê Herêma Kurdistanê destbikarbe

Babetên bi vê mijarêve girêday