Donald Trump: Hêvîdarim ceng li gel Îranê rû nede

Donald Trump: Hêvîdarim ceng li gel Îranê rû nede

WAAR_Duhok:

Donald Trump, serokê Amerîkayê hêvî xwazt ceng li gel Îranê rû nede û dibêje:Hêvîdarim ev rû nede.

Li gor nûçeyeka ajansa Royterz, Trump di dema pêşwazîkirinê li Mawrer, serokê Siwîsra di berisva pirsyara rojnamevanan de sebaret bi rûdana şerî li gel Îranê got: Hêvîdarim ev rû nede.

Piştî nemana kenalên peywendîkirin û gotûbêjan di navbera Amerîkayê û Îranê de, Siwîsra wek welatekê navbij di navbera herdû alîyan de rolekê dileyze û niha serokê wî welatî gehişte Amerîkayê û li gel Trump î di civînê de ye.

Axivtinên Trump di demekê deye Amerîkayê girgemîya firoke hilgir (USS Ebraham Lînkolin) û keştîyên cengî şandine ava Kendavê. Wek Waşitunê jî ragehandîye, sedema şandina wan bo bêdengkirina gefên Îranêye.

Babetên bi vê mijarêve girêday