DNO ya Nerwîcî dê weberhênanê di Petrola Başîkê da bike

DNO ya Nerwîcî dê weberhênanê di Petrola Başîkê da bike

WAAR_Duhok:

Kompanîya DNO ya Nerwîcî îro ragihand; Ew dê hinek weberhênanên nû bi hevpişikî di gel kompanîya Êkson Mobîl ya Amerîkî di Petrola Kurdistanê de biken.
Kompanîya DNO îro di beyanekê de ragihand; Ew di gel kompanîya Êkson Mobîl ya Amerîkî rêkkeftîne bi hevpişikî weberhênanê di girêbestên Petrolê yên nawçeya Başîkê de biken û ew rêkkeftin piştî rezamendîya hikumeta Herêma Kurdistanê dê bikeve di warê bicihanînê da.
DNO diyarkir: Kompanîya wan dê rêjeya sedê çil ya pişikên girêbesta Başîkê bi stoyê xweve bigire û dê dest bi derxistin û lêgeryana Petrolê bike.
Rêveberê cêbecêkarê kompanîya DNO jî ragihand; Piştî rezamendîya hikumeta Herêmê li naverasta sala bê bîreka têst dê bê lêdan.
Girêbestên nawçeya Başîkê ji 124 Kîlometrên çar goşe pêktê, bi dûratîya 60 Kîlometran li Rojavayê Hewlêrê û 20  Kîlometran li Rojhelata Mûslê.
Kompanîya DNO nêzîkî deh salane weberhênanê di Petrola Herêma Kurdistanê da dike û cihê karê wê yê serekî Petrola Tawkê ye.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.