Di vê heftîyê de şanda Herêmê seredana Bexdayê dike

Di vê heftîyê de şanda Herêmê seredana Bexdayê dike

WAAR_Duhok:

Biryare di vê heftîyê de şandeke bilind ya hikumeta Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê û lijneyên teknîkî yên çarekirina kêşeyan dest bikar bibin.
Li gor agahîyên WAARê şanda hikumeta Herêmê di çend rojên bihên de dê biçe Bexdayê û li gel Wezîrên Petrol, Darayî û Navxwe ya Îraqê kombin û di heman roj da, dê lijneyên peywendîdar yên çarekirina kêşeyên helawîstî dest bikarbin.
Piştî destbikarbûna hikumeta Herêmê, Mesrûr Barzanî bo nîşandana niyazpakîyê seredana Bexdayê kirbû û ragehandibû, herdu alîyan nîyeteka rijd bo çarekirina kêşeyên darayî û petrol û deverên Kurdistanî heye.
Li dawîya meha bûrî şandeke bilind ya Îraqê hatibû Hewlêrê û piştî çendîn kombûnan, herdu alî li ser pêkanîna çendîn lijneyan bo çarekirina hemû kêşeyên helawîstî rêkkeftbûn, ew lijne jî dê libin serperiştîya Mesrûr Barzanî serokê hikumeta Herêmê û Samir Xezban, Wezîrê Petrolê û cêgrê ‘Ebdulmehdî bo karubarên petrolê bin.

Babetên bi vê mijarêve girêday