Di pevçûnên li Libyayê da hejmara kuştiyan derket 264an

Di pevçûnên li Libyayê da hejmara kuştiyan derket 264an

WAAR_Duhok:

Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (WHO) ragihand ku hejmara kesên ku di pevçûnên li paytextê Libyayê Trablusê û dewrûberê da hatin kuştin, derket 264an.

Berdevkê WHOyê Tarik Jasareviç di civîna çapemeniyê ya li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da ragihand, di pevçûnên ku piştî fermana êrîşê ya di 4ê nîsanê da ya serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Libyayê General Xelîfe Hafter dest pê kirin da heta niha 264 kes hatin kuştin û hezar û 266 kes jî birîndar bûn.

Berdevk Jasareviç diyar kir ku ji kuştiyan 21, ji birîndaran jî 69 kes sivîl in.

Jasareviç herwiha got ku xebatkarên WHOyê malbatên ku cih û warên xwe terikandine ziyaret dikin û bi wan ra ji nêz va eleqedar dibin.

– 32 hezar sivîlî cih û warê xwe terikand

Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan a NYyê Babar Baloch jî diyar kir ku li deverên ku pevçûn lê diqewimin, ji 4ê nîsanê vir va 32 hezar sivîl ji cih û warên xwe derketin.

Baloch diyar kir ku ji ber pevçûnên li başûrê Trablusê, ewlekariya sivîlên herêmê di xetereyê da ye û wiha dewam kir, “Bêyî em cudakariyê bikin, em ji ber van pevçûnan bifikar in. Em ji bo parastina sivîlan û ji bo dewamkirina sewqiyata alîkariya însanî bangî herdu aliyan dikin.”

Serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Libyayê General Xelîfe Hafter ji bo bidestxistina Trablusê 4ê nîsanê fermana êrîşê dabû û li ser vê yekê yekîneyên Hikûmeta Rêkeftina Neteweyî (HRN) jî dest bi operasyona bersivdayînê ya bi navê “Burqan el-Xezeb” kiribûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday