Di Lîga Şampiyonan de jihevreketinên tûra nîvfînalê diyar bûn

Di Lîga Şampiyonan de jihevreketinên tûra nîvfînalê diyar bûn

WAAR_Duhok:

Di organîzasyona Lîga Şampiyonan û Lîga UEFA Ewropayê de piştî pêşbirkên rowanşa fînala çaryekê ji bo têkoşîna nîvfînalê pişk hatin avêtin.

Li navenda UEFAyê ya li bajarê Nyona Swîsreyê ji bo jihevreketinên nîvfînalê ya Lîga Şampiyonan û Lîga UEFA Ewropayê pişk hatin avêtin. Di pişkavêtina lîga şampiyonan de tîma Elmanya Bayern Munih û ekîba Spanyayê Real Madridê ji hevre ketin. Bayern Munih — Real Madrid.

Di pêşbirka duyem de jî kûluba Brîtanya Liverpool û tîma Îtalyayê Roma wê têbikoşin. Pêşbirkên ewil yên fînala Lîga Şampiyonan di 24-25ê Nîsanê de wê werin lîstin. Rowanş jî di 1-2 Gulanê de ye. Di 26ê Gulanê de jî li Kievê wê pêşbirka dawî ya fînalê bê lîstin. Liverpool — Roma.

Di lîga Ewropayê de jî nûnerê Brîtanyayê Arsenal û ekîba Spanyayê Atletico Madrid di pişkê de ji hevre ketin. Pêşbirka ewil li Brîtanyayê wê bê lîstin. Arsenal-Atletico Madrid.

Pêşbirka duyem jî a nîvfînalê di navbera tîma Fransayê Olympique Marsilya û nûnerê Awûstûryayê Salzburgê de bê lîstin. Olympique Marsilya — Salzburg.

Pêşbirkên ewil yên nîvfînalê wê di 26ê Nîsanê de rowanş jî di 3ê Gulanê de wê were lîstin. Herwiha pêşbirka fînala Lîga UEFA Ewropayê di 16ê Gulanê de li bajarê Lyonê ya Fransayê wê bê lîstin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.