Di Lîga Ewropayê ya UEFAyê da reqîbên tîman diyar bûn

Di Lîga Ewropayê ya UEFAyê da reqîbên tîman diyar bûn

WAAR_Duhok:

Di tura hilbijartinê ya 3yemîn a Lîga Ewropayê ya UEFAyê da reqîbên Trabzonspor û Malatyaspora Nû diyar bûn.

Pişkavêtin li Nyona bajarê Swîsreyê di Navenda Giştî ya UEFAyê da çêbû.

Di pişkavêtinê da reqîbê Trabzonsporê wek tîma Çekyayê Sparta Prag derket.

Heke Malatyaspora Nû di tura 2yemîn da bikaribe tîma Slovenyayê Olimpija Ljubljanayê têk bibe û derkeve tura 3yemîn, reqîbê wê piştî pêşbirka di navbera Connah’s Quay Nomads (Galler)-Partîzanê (Sirbîstan) eşkere bibe. Lewra ji van tîman kê bi ser bikeve ewê bibe reqîbê Malatyaspora Nû.

Di tura 3yemîn da pêşbirkên ewil wê di 8ê Tebaxê da roja pêncşemê çêbibin.

Heke Trabzonspor û Malatyaspora Nû di pêşbirkên tura 3yemîn da reqîbên xwe têk bibin wê beşdarî play-offê bibin.

Piştî play-offê jî heke ev tîm bi ser bikevin wê di Lîga Ewropayê da di komên din ra bikevin pêşbaziyê.

Babetên bi vê mijarêve girêday