Di Lîga Ewropayê de îşev dê Atletico Madrid û Olympique Marsilya bên hemberî hev

Di Lîga Ewropayê de îşev dê Atletico Madrid û Olympique Marsilya bên hemberî hev

WAAR_Duhok:

Di Lîga UEFA Ewropayê de îşev dê Atletico Madrid û Olympique Marsilya bên hemberî hev. Herdu tîm di kûpayên ewropayê de dê cara sêyem têbikoşin.

Kûpaya duyem a ewropayê îro dê bighêje xwediyê xwe. Nûnerê Spanyayê Atletico Madrid û û tîma Fransayê Olympique Marsilya tên pêşberî hev. Pêşbirk li stada Lyonê dê bê lîstin.

Atletico Madrid di pêşbirka nîvfînalê de Arsenal têk biribû û derketibû tûra jor. Herwiha rahênerê Atleticoyê Diego Simeone ji ber cezayê 4 pêşbirkan dê ji trîbînan pêşbirkê fînalê bişopîne.

Marsilya jî li dijî Salzburgê serdestî bidest xistibû û di fînalê de bibû reqîbê Atletico Madridê.

Di Lîga UEFA Ewropayê de sala par Manchester United di pêşbirka fînalê de Ajax têk biribû û kûpa qezenç kiribû.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.