Di Kûpaya Neteweyan ya Afrîkayê da Cezayir bû şampiyon

Di Kûpaya Neteweyan ya Afrîkayê da Cezayir bû şampiyon

WAAR_Duhok:

Di Kûpaya Neteweyan ya Afrîkayê ya 2019an da ku li Misirê hat kirin Cezayirê Senegalê 1-0 têk bir û bû şampiyon.

Di fînala Qûpaya Neteweyan ya Afrîkayê ya 2019an da ku cara 32an e tê kirin Cezayir û Senegal li Qahireya paytextê Misrê li Stada Qahireyê ya Navneteweyî hatin pêşberî hev.

Di deqîqeya 2yemîn ya pêşbirkê da Cezayir bi gola Baghdad Bounedjah 1-0 pêş ket û heta dawiya pêşbirkê rewş neguherî û Cezayir cara duyemîn bû şampiyon.

Cezayira di 1990î da bûbû şampiyon piştî 29 salan cara duyemîn di Qûpaya Neteweyan ya Afrîkayê ya 2019an da bû şampiyon.

Di Qûpaya Neteweyan ya Afrîkayê ya 2019an da tîma şampiyon 4,5 milyon dolar qezenc dike.

Babetên bi vê mijarêve girêday