Di Cama Neteweyan a Afrîkayê da kelecana tûra 16ên dawîn

Di Cama Neteweyan a Afrîkayê da kelecana tûra 16ên dawîn

WAAR_Duhok:

Kelecana tûra 16ên dawîn a Cama Neteweyan a Afrîkayê ku organîzasyona herî girîng a fitbolê ya parzemînê ye, dê bi pêşbirkên ku sibê dê bên leyîstin va dest pê bike.

Di tûra 16ên dawîn a organîzasyona ku îsal ji bo cara 32yemîn bi destê Konfederasyona Fitbolê ya Afrîkayê (CAF) li Misrê tê kirin da sibê du maç dê bên kirin.

Di milmilaneyên ku dê li paytextê Misrê Qahireyê bên kirin da Fas û Benîn dê li gorî dema Tirkiyeyê di 19.00ê da, Uganda û Senegal jî dê di 22.00ê da bên hevberî hev. Pêşbirk dê ji ser D-Smartê zindî bên weşandin.

Bernameya tûra 16ên dawîn a Tûrnûwayê li gorî dema Tirkiyeyê wiha ye:

Îro:

19.00 Fas-Benîn

22.00 Uganda-Senegal

6ê Tîrmehê Şemî:

19.00 Nîjerya-Kamerun

22.00 Misir-Afrîkaya Başûr

7ê Tîrmehê Yekşem:

19.00 Madagaskar-Komara Kongoya Demokratîk

22.00 Cezayir-Gîne

8ê Tîrmehê Duşem:

19.00 Malî-Qeraxên Diranê Fîlê

22.00 Gana-Tûnis

Babetên bi vê mijarêve girêday