Di Cama Amerîkayê da Brezilya bû şampiyon

Di Cama Amerîkayê da Brezilya bû şampiyon

WAAR_Duhok:

Di Cama Amerîkayê ku bi destê Konfederasyona Fitbolê ya Amerîkaya Başûr (CONMEBOL) hat lidarxistin da Brezilyaya ku Peru 3-1 têk bir, ji bo cara 9emîn bû şampiyon.

Di maça fînalê ya Cama Amerîkayê ya 46emîn ku li Brezilyayê hat lidarxistin da Brezilya û Peru, li Yarîgeya Maracanayê ya li bajarê Rio de Janeiro hatin hemberî hev.

Golên Brezilyayê di deqîqeya 15emîn da Everton Soares, di deqîqeya 45emîn da Gabriel Jesus û herwiha di deqîqeya 90emîn da jî ji penaltiyê Richarlison avêtin, gola Peruyê jî ji penaltiyê Paolo Guerrero avêt.

Di deqîqeya 70yemîn a maçê da Gabriel Jesus ji ber qarta duyemîn a zer, qarta sor xwar û derket. Herwisa Brezilyayê di temamê turnuwayê da bi tenê di vê maçê da golek xwar.

Brezilyayê di Cama Amerîkayê da şampiyontiya 9emîn bi dest xist, herwiha di dîroka camê da Urugay 15 û Arjantîn jî 14 caran bûne şampiyon.

Babetên bi vê mijarêve girêday