Di bûdça 2015 ê da bihayê bermîla petrolê dê 80 dolar bin

Di bûdça 2015 ê da bihayê bermîla petrolê dê 80 dolar bin

Capture221

Waar –Duhok:

Hikûmeta Îraqê pêşbînî dike bihayê bermêla petrolê di bûdça sala 2015 ê da bi heştê dolaran bêt texmîn kirin.

Adil Ebdulmehdî wezîrê petrola Îraqê got: ji ber zêdebûna astê petrolê di bazarên cîhanê da, bihayê bermîlê bo heştê dolaran dakeve û ji ber vê egerê, di kombûna çaverêkirî ya Opêk da ku biryare li bîst û heftê vê mehê bê kirin, dê pirsa kêmkirina bazaar xistina petrolê bê behiskirin.

Ebdulmehdî got jî: di bûdça îsal bihayê bermîleka petrolê bi 100 dolaran hatibû destinîşan kirin, lê ji ber daketina bihayê, di budca sala bê da bihayê bermîlê dê bi heştê dolaran be.

Ji ber qeyranên berdewam ya Îraqê, heta niha bûdça ev sal neketîye ber destê civata nûneran, û araste berbi wê çendê diçin digel bûdça sala bê bi yek proje bê araste kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday