Di bin kelekel û germa havînê û toz û dûmana kayê da dixebitin

Di bin kelekel û germa havînê û toz û dûmana kayê da dixebitin

WAAR_Duhok:

Li Amedê zxebatkarên bi tijekirin û barkirina kayê debara xwe dikin di bin kelekel û germa havînê û toz û dûmana kayê da karê xwe dikin.

Xebatkarên ji bona bişînin bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê di bin kelekel û germa havînê û toz û dûmanê da telîsên kayê tije dikin û bar dikin kamyonan.

Karê tijekirin û barkirina kayê qederê 3 meh dewam dike û xebatkar di bin kelekel û germa havînê û toz û dûmana kayê da karê xwe dikin.

Xebatkarên ji bona debara malbata xwe yan jî ji bona mesrefên mektebê vî karî dikin rojê 160 lire yewmiye hildidin.

Suleyman Aksoyê 40 salî yê ku 4 zarokên wî hene û vî karî dike  diyar kir qederê 20 sal e vî karî dike û wiha got: “Ev karekî zor û zehmet e. Em di bin kelekel û germa havînê û toz û dûmana kayê da karê xwe dikin û carna xew nakeve çavên me.”

Aksoy destnîşan kir rojê 500 telîs ka tije dikin û wiha got: “Qederê 14 ton li kamyonê dibe. Em rojê 160 lire qezenc dikin û ev jî girêdayî tonajê ye.”

 

Babetên bi vê mijarêve girêday