Di bin Gola Wanê de kelhekê hat dîtin

Di bin Gola Wanê de kelhekê hat dîtin

WAAR_Duhok:

Tîma ku li navçeya Elcewazê ya Bedlîsê di bin Gola Wanê de xebatên lêkolînê dikirin, bermayiyên kelhekê dîtin.

Di çarçoveya xebatên bi destê Qaymeqamtiya Elcewazê û Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê tên meşandin de derhêner Tahsin Ceylan û ekîba pê re xwe berdan binê Gola Wanê û bermayiyên tên texmînkirin yên Kelha Elcewazê ne tesbît kirin û dîmenên wê tomar kirin.

Tahsin Ceylan derbarê mijarê de daxuyanî belav kir û got: “Ev keleh ji bona nasandina vir girîng e. Bawer dikim dê ji Stenbol, Enqere û gelek ciyên welêt mirov ji bona dîtina kelhê bên û wêne bikşînin.”

Tahsinn Ceylan diyar kir xebatên tên kirin dê feydeyeke mezin bidin geştiyariya herêmê û got her ku diçe hejmara kesên xwe berdidin binê Gola Wanê ku weke Behra Wanê jê tê gotin, zêde dibe.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.