Deverdarê Şingalê dixwaze deverke aram bo Êzdîyan bê durist kirin

Deverdarê Şingalê dixwaze deverke aram bo Êzdîyan bê durist kirin

WAAR_Duhok:

Deverdarê Şingalê: Sedema nevegerana Êzdîyan bo deverên xwe ji encama hebûna PKK ye li ser çiyayê Şengalê, dixwaz kir deverke aram bo Êzdîyan bê durist kirin

Mehma Xelîl deverdarê Şingalê beyannameyek lidor rewşa Şingalê û sedema venegerana Êzidîyan bo ser malên xwe belavkir.

Mehma Xelîl, ji bo vegerandina Êzdîyan jî bo deverên xwe, pêşnîyaz kir ku deverke aram bo vegerandina Êzdîyan bihêt durist kirin û Amerîka, hikumeta Îraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê serperiştîya wê deverê bikin.

Her di wê beyannameyê de deverdarê Şengalê tekez kir ku egera nevegerana Êzdîyan bo deverên xwe ji encama hebûna PKK ye li ser çiyayê Şengalê ku rêzê ji yasayên Îraqê nagire û pêşêlkarîyan encam dide.

Deverdarê Şengalê xuya jî kir, deverên wan bo PKKyê bûye pêgeheke aram û çavkanîyek bo çekdarkirin û peredarkirina xwe.

Babetên bi vê mijarêve girêday