Desteya mafê mirov: divê zû alîkarîya navdewletî bighêje penaberên li herêma Kurdistanê

Desteya mafê mirov: divê zû alîkarîya navdewletî bighêje penaberên li herêma Kurdistanê

 

Waar –Duhok:

Desteya serbixwe ya mafên mirovî li herêma Kurdistanê aşkere kir; hijmara aware û penaberan ji şîyanên herêmê zêdetirin û pêdvîye herzû rêxistîyên navdewletî û hikûmeta navendî bên ser hêlê û alîkarîyên xwe bişînin.

Desteya mafên mirovî li herêmê, di roja cîhanî ya penaberan da, ragîhandinek belav kir û têda daxwaz ji rêxistîyên navdewletî kirîye herzû alîkarîyên xwe bighînin herêmê ji berku barekî mezin li ser milên herêma Kurdistanê ye û hikûmeta Îraqê jî çi alîkarîyan pêşkêşî herêmê nake.

Daye zanîn jî: bi dehan hezar xêzanên aware û penaber li herêmê di rewşeka xerab da jîyana xwe derbaz dikin, ji berku hijmara wan ji şîyanên hikûmeta herêmê mezintire.

Babetên bi vê mijarêve girêday