Dêrsîm

Dêrsîm

 

Jorî Ava Fêrat ê ye. Bakur û rojavayê Dêrsîmê bi çiyayên Munzurê, rojhilata wê bi Çiyayên Bîngolê û Ava Perî, rojavayê wê Gola Bendava Keban ê ve dorpêçkiriye. Stranên taybet li ser erdnîgariya Dêrsîmê heye ku dibêje Dêrsîm di nava çar çiya ye. Bajarekî wek zêrên veşartî di nava çiyayan de , di nava dar û ber û şinkahiyan de xuya nake Dêrsîm.

Wekî hemû bajarên din ya Kurdistanê û bi taybet ya Bakurê Kurdistanê gelek şaristanî  li vî bajarî bi cih bûne û borî ne.

Newala Munzur û Qelaya Pertek hejayê dîtinê ne ku bermahiyên serdemên navîn in.

Navçeyên Dêrsîmê 8 in. Navend Dêrsîm, Çemîşgezek, Hozat, Mazgîrt, Nazimiye, Ovacık, Pertek û Pülümür e. 2 Belde û bi giştî 342 gund li vî bajarî hene.

Îro navê bajêr bi Tirkî kirine Tuncelî ku ev nav piştî serhildana Seyît Riza ya sala 1938 ê fermî bûye. Anko tê wateya kengî Kurd serê xwe rakin wê destê dewletê wekî hesinê bi navê tunç ku madeyeke giran e, wê li ser serî wan be. Bêguman navê vî bajarî çi carî wek bajarên din nehate jibîrkirin her ma Dêrsîm. Navê Tuncelî xelk heznekir û ji derveyî daîreyên fermî kes vî navî bikarneanî ye.

Navê kevin ya Dêrsimê ya berî Dêrsîm Mamekiye bû ye. Ango bi rengekî fermî. 25 Meha 12 1925 ê Hikumeta Tirk vî navî guhart kir wek me got Tuncelî. Di nava xelkî de ji xwe Dêrsîm e. Hindek jî jê re heta niha jî dibêjin Kalan. Di sala 1935 ê bûye Parezgeh.

Bajarekî di warê srûştî de gelek xweş e. Bi gözeyên xwe ku wek serê kaniyan e, li ciyekî çil kanî bi hevre ji bin erdê dertên û diherikin. Jê re dibêjin Göze ango bi kurdî çavik, berhemekê xwezayî ya hejayî ditînê ye û ji xwe her sal bi hezaran mirov ji bo dîtina van deran serdana bajêrî dikin. Rûbar, kanî, newal, dar û ber û heywanên xweserî van deveran, ku li her ciyî tine ne gelek balkêş e. Newala Munzurê ku ji layê nebatan ve gelek dewlemend e xwedî 1518 cure nebatên e. Yên ku nayê zanîn jî ewqes heye. 43 cure giya û gul hene ku tenê li Çiyayê Munzurê hene. Çi ciyeke dî nîne.  Gula Çan, Gilyaza Elezîzê, Hezarîyek, Cahtira Munzurê, gula Daweta Munzurê, gula çiya wek mînak ên ku hatine bîra me ne. Darek heye ku tenê li wir şîn tê, jê re dibêjin Meşcera Hûşê, li  her du aliyên ava Munzurê şîn tên.

Bizina ku şaxên wî wek koncal in û ya bi navê bezuvar du cureyên bizinên kuvîne ku tenê li van deran hatine dîtin. Kewê Ur jî cureyeke kewên ku tenê li van deran hene. Ji bo heywanên nêçîrê dewrûberê Munzurê gelek dewlemend e.

Wek bajêr Dêrsîm bajarê herî zêde ku nifusa wî kêm e. Sedema yekem piştî komkujiya serhildana Seyît Riza ku di sala 1938 ê Dewleta Tirk 100 hezar mirovên kurd tevî zarok û jinan bi komî kuşt, ên mayî gelek ji wan reviyan derveyî bajêr ango derveyî Tirkiye.

Serhildana Dêrsîmê ku şahîdê wan deman heta niha jî gelek kes hene, gelek bi dilêşî û xembarî behsa wan deman dikin. Hemû jin û zaroyan rîs dikirin, dixisitin şikeftan û devê şikeftan çîmento dikirin da neşên derkevin û agir berdidan wan şikeftan. Gelek jinên kurd li wê derê ji bo nekeve destê leşkerên Tirk xwe bi saxî ji zinaran avêtine ku heta niha hestiyên bi sedan jinan li wan deran in. Gelek dayîk ji bo dijmin bi wan nehese bi destên xwe zaroyên xwe fetisandine daku yên dî xilas bibin û gelek bûyerên dilbiêş ku mirov neşê bi rojan xelas bike û bêje hatine jiyankirin. Bi sedan zarokên kurdan piştî vê komkujiyê dewletê biriye di êtimxaneyên xwe de mezin kiriye û ji bo xwe bikaranîye. Cînosayda Dêrsîmê Enfaleke Bakurê Kurdistanê ye ku divê Kurd jibîr nekin.

Ji sedî 70 gelê vî bajarî bi lehceya Zazakî ango dimilî diaxivin. Ya dî jî kurmancî diaxivin. Wek mezheb ji %80 Elewî ne u ya dî jî sune ne. Li vî  bajarê kevin  nêzî 6000 sal in mirov lê dijîn. Dîrokeke nivîskî ya 4500 salan  lê hatiye dîtin. Ew jî bi şaristaniya Subarruyan destpêkiri ye.

Xwerinên herî bi nav û deng ya Dêrsîmê kifta döğürcek, kifta hazirlop, Zerefet ango Babiko, hindek jî dibêjin Pargaç, xwarina herî bi nav û deng e ku ji hevîr, mast û sîr ê tê çêkirin, gelek xweş e.  Hingivê Munzurê û Sîrê Bi Yek Didan ya Munzurê gelek bi nav û deng e. Şîre Kut, Xesila, Bizike Dorakin ango patîla, şorba pastikan, şîre sac yên ku niha hatine bîra me ne…

Çiyayê Düzgün Baba wek ziyaretekî gelek navdar ya Kurdên elewî ye, her sal ji layê bi sedan kesan ve tê dîtin. Parka Milî, Ya Newala Munzurê, ciyên herî navdar in.

Ev bajêr îro xwedî gelek rewşenbîr û şoreşgerên Kurd e. Ji layê dewleta Tirk ve bi zorê gelek mirovên vî bajarî ji çanda xwe hatine dûrxistin û gelek erkdarên dewletê ji vî bajarî  ne. Gelek nivîskar û hûnermend ji vî bajarî derketine, lê her tim ewqes jî şoreşger û mirovên çepgir ji vî bajarî ti carî kêm nebûne. Çi çepê tirkan çi jî  Tevgerên Kurdan hertim bi sedan şoreşgerên heja ji vî bajarî derêxistine.

Medîne Mehmûd

1

Parka millî û cemê Munzurê

2

40 çav anko 40 kanî

4

Bizinên kuvî

5

Hingivînên navdar û bi tam yên Dêrsimê

6

 

7

Sîrên yek serî yên Dêrsimê

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.