Dêrsim: Welatî banê avahiyên xwe bi “loq”ê dişidînin

Dêrsim: Welatî banê avahiyên xwe bi “loq”ê dişidînin

WAAR_Duhok:

Li Ovacika navçeya Dêrsimê welatiyên ku di avahiyên banê wan ji axê hatiye çêkirin da dijîn berfa li ser xanî paqij dikin û bi kevirê loq (gindor) va axa li ser xanî dişidînin.

Li taxên Pulur û Kandolarê berf gihîştiye 3 mêtroyî û li ser avahiyan girtiye.

Xaniyên banê wan ji axê hatine çêkirin ji bo ku ji ber berfê hilneweşin, av dilop neke ji berfê tên paqijkirin.

Welatî bi kevirên loq ên qasî 30 kîloyî ne va li ser banê xaniyan diçin û tên, axa li ser ban dişide û nahêle ban dilop bike.

Babetên bi vê mijarêve girêday