Depp sûc avête ser jina xwe ya berê

Depp sûc avête ser jina xwe ya berê

WAAR_Duhok:

Amber Hearda jina wî ya berê Johnny Deppê lîstikvanê bi nav û deng ê Hollywoodê sûcdar kiribû ku tundiyê tîne serê wê. Johnny Depp jî îdia kir ku ya rastî di dema zewaca xwe da ji jina xwe tundî dîtiye û doza 50 milyon dolarî vekir.

Li gor xebera di BBCyê da hat weşandin, Deppê ku Amber Hearda jina wî ya berê bi hinceta tundiyê giliyê mihkemeyê kiribû destnîşan kir ku ya rastî yê tundî dîtiye ew bi xwe ye, sûcên diavêjin ser histûyê wî qebûl nake û li hemberî Heardê doz vekiriye.

Depp îdia kir ku dema Hearda jina wî ya berê hatibû mihkemeyê morikên li ser çavên wê yên derewîn bûn û wiha got: “Ez sûcên ku Xanima Heard ji gulana 2016an vir da divêje ser histûyê min red dikim û ji îro şûnda jî red bikim.”

Heard û Deep di sala 2015an da zewicîbûn, Heardê îdia kiribû ku Depp di gulana 2016an da cara ewil lê xistiye û di sala 2017an da Heard û Depp hevdu berdabûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday