Demirtaş îro dê li Enqere bê dadgehkirin

Demirtaş îro dê li Enqere bê dadgehkirin

WAAR_Duhok:

Doza Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, ku bi awayekî girtî tê darizandin, îro li Enqereyê destpê dike. Ji bo şandeyeke derveyî welêt ya ku dixwest dozê bişopîne, destur nehat dayîn.

Hikumeta Tirkiyê rê neda balyozê Almanya û nûnerên çendîn welatên din li dadgehkirina Selahattin Demirtaş hevserokê berê yê HDPê berhev bibin.
Balyozxaneya Almanya li Tirkiyê ragihand, Martin Êrdman balyozê Almanya û hejmareka diplomatkarên welatên cîhanê dixwast dûvçûna dadgehkirina îro ya Demîrtaş biken lê rê bi wan nehat dan biçin di jora dadgehê ve, niha ew çaverêy pêşhatên nû di wê mijarê dane.
Hikumeta Tirkiyê çi daxuyanî li dor sedemê rêgriîkirina wan diplomatkaran nedane di demekî da dwem rûniştina dadgehkirina Demîrtaşî dest pê kiîye.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.