Demirtaş: Heger gotina peyva Kurdistanê suçbe divê ez û Bînalî Yildirim herdu hev re bihatan darizandin

Demirtaş: Heger gotina peyva Kurdistanê suçbe divê ez û Bînalî Yildirim herdu hev re bihatan darizandin

WAAR_Amed:

Hevserokê Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê yê berê Silhedin Demirtaş ji doza hati girtin li dadgeha Sîncana navçeya Enqere berdewam dike.

Rûniştina Demîrtaş bi rêya Vîdyokonferansê tevîl bûyî ji alîyê hevseroka HDPê komek parlementerên HDPê, hinek parlementerên Ewropa û gelek parezer ve hat şopandin.

Demirtaş di di bergirîya berdewamîya bergirîya xwe got: ”Ev dzgerên li derheqê me de skla tomarkirîn niha girtîne çinku em li hemberî wan derdiketin û me li hemberî rexistina Gulenî çalekî dikirin. Bawerîya me li huquqe dihat.”

-Kurdistan-

Demîrtaş rexne li dadgehe kir û wiha berdewam kir: ”Min dixwest Bînalî Yildirim dozamin bi şopîne û bidîta ka am li çi tên suçbarkirin. Heger gotina peyva Kurdistanê suçbe divîya em herdu hev re bihatan darizandin. Ez jibo min gotîye têm darizandin. Ev gotine tê li Amedê jibo dengan gotî, min ji berîya 7 salan ev gotin li Çewligê got ez îro tem darizandin. Sîyaseta wan li parwekirine ye Yildirim dibeje (Bila ev li hilbijartinan de piştgirîya me bike piştî hilbijartinan em wî bibînin) Mejû yê wan li we di şixule. Jibo welatîya tiştek naye bîra wan. Jibo me piştgirîya AKPê nekirîye bi hezar sal din siza bidin me ser seran û ser çawa. Em ji we bextewarin. Tinê bilê gel li paşme de nebejin dizin, talancî ne, be heysîyetin. Kurdistan rastîyekê dîrokîye. Çawe çinku min gotîye Kurdistan ez tem darizandin û min propagandaya terorê kirîyê. Ne jibo Mustafa Kemal Atatûrk an Sultan Abdulmecît gotîye, an sultane Selçukluye Kurdistan îlan kirîye. Kurdistan jibo rastîyeka dîrokêye heye. Kurdistan welate dayîye yê Kurdane, Kurdistan cografîyake, zimane me ye dayîke, çanda me, muzîka me, tirbên me, tûrbên me, darên me, rûbaren me ve bîranîne me dike em welatemeye dayîkeye. Cografya Kurdan li sînore Tirkîyê deye jî em nabejin bila cuda bibe û bibe dewletik cuda. Demê te gotin Rumelî Trakya te bira mirovan belê vî demî hun dibêjin bila rûm dewleteka cuda damezrînin, ev çi cudahîyê çima deme kurdistan te gotin dibe propaganda terorî. Ez nabêjim jibo çi Bînalî Yildirim gotîye Kurdistan, bila her roj bînin ziman ku bibe asayî. Ji Bazidê heta Çelê herêman li sînorê Îranê de dimîne li zagona bingehî ya Îranê de Kurdistanê. Ji Çelê heta Cizîrê li zagona bingehî ya Îraqê de Herêma Kurdistanêye, ma bustek jî derbasî Tirkîyê nabe li sînorî xilas dibe. Henekê xwe dikin, tiştekî gelek şermê. Em welatîyê Tirkîyê ne ni ber ve tu bervedaneme tunene belê bila heqaret li me neyê kirin ev darizandin heqaretin. Ez bine vê xîz dikim ez ne nîjatperestê kurdim ye nijatperestê kurd be ez rexne nakim. Heger nijatperestîya Tirkî be kirin ya kurdî dibe bê kirin. Hinek derkecin bêjin cografyaya Anadolu tuneye ev dîsa ve min tore bike.” Doz berdewam dike.

Babetên bi vê mijarêve girêday