DEAŞê êrîşên terorê yên li Srî Lankayê hilda ser xwe

DEAŞê êrîşên terorê yên li Srî Lankayê hilda ser xwe

WAAR_Duhok:

DEAŞa rêxistina terorê berpirsiyariya êrîşên bibombe yên ku li Srî Lankayê di roja Paskalyayê da hatin kirin, hilda ser xwe.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, li ser qaşo ajansa nûçeyan a rêxistinê daxuyanî hatiye dayîn û hatiye îdiakirin ku dêr û otelên mezin jî di nav da li 8 deran ji aliyê DEAŞê va êrîş hatin kirin.

Rêxistinê wêne an jî dîmenên terorîstên îdia dike ku êrîş kirine, neweşand.

Hikûmeta Srî Lankayê komeke milîtanan a herêmî ya bi navê “Cimaeta Tewhîdê ya Neteweyî” wek berpirsê êrîşên terorê yên roja Paskalyayê dîtibû.

Hatibû gotin ku li gor şik û gumanê rêxistinê bi piştgiriya şebekeyeke terorê ya navneteyî êrîş organîze kirine.

Li welêt bi îmzeya alîkarê midûrê asayîşê raporeke ku dîroka wê 11ê nîsanê ye hatibû weşandin û li gor raporê ev kom ji bo ku di merasimên Paskalyayê da êrîşî dêran bike, plan dike.

Roja yekşemê li dêra St. Anthony’s a li Kochchikadeyê, li dêra St.Sebastian a Katanayê, li dêreke Battîcaloayê yên ku tê da merasimên Paskalyayê dihatin kirin û li otelên pênc stêrk ên Shangrî La, Cînnamon Grand û Kîngsburyê yên li paytext Colomboyê êrîşên bibombe hatibûn kirin.

Piştî van êrîşan li banliyoya Dehiwalayê û li banliyoya Dematogoyê yên li paytext Colomboyê jî teqîn çêbûbûn.

Miqamên Srî Lankayê daxuyandibû ku di êrîşan da 310 kes mirine û ji 500î zêdetir kes jî birîndar bûne.

Babetên bi vê mijarêve girêday