Dalkurdê 3-0 şkestin xwar

Dalkurdê 3-0 şkestin xwar

WAAR_Duhok:

Di çarçoveya yariyên heftêya sêyemîn a lîga nayabên Swêdê Allsvenskanê de tîma Dalkurd bû mêhvanê tîma Hackenê û yarî bi 3-0 sûda tîma xwedî mal bidawî bû.

Di yariya di navbera Dalkurd û Hackenê de, di xuleka 45ê de Alhassan Kamara bi tomarkirina golekî tîma xwe bi 1-0 bire pêş, di beşa duyemîn a yariyê de bi navê tîma xwedî mal di xuleka 50yan de Viktor Lundberg goleke din tomar kir û rewş bû 2-0, di xuleka 78an de vê carê lîstikvanê Hackenê Karl Bohm goleke din tomar kir û yarî bi 3,0 bidawî bû, piştî van encaman tîma Dalkurdê bi 3 xalan di rêzbendê de bû 12emîn û tîma Hackenê jî bi 6 xalan di rêzbenda duyemîn de cîh girt.

Dalkurd dê heftiya pêş me jî roja 19ê Nîsanê bibe mêvanê tîmeke din ê bihêz Goteborgê.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.