Li Rûsyayê dahata ji neftê kêm bû, lê ya ji xaza siruştî zêde bû

Li Rûsyayê dahata ji neftê kêm bû, lê ya ji xaza siruştî zêde bû

WAAR_Duhok:

Dahatên îxracata neftê yên Rûsyayê di çar mehên sala îsal da li gorî heman serdema sala derbasbûyî ji sedî 0,6 şikest, yên xaza siruştî jî ji sedî 2,2 zêde bûn.

Li gorî daneyên Servîsa Gumrika Federal a Rûsyayê, dahatên welêt yên îxracata neftê di serdema rêbendan-nîsanê da li gorî heman serdema sala çûyî ji sedî 0,6 şikest û berjêrî 34,9 milyar dolarî bû. Di vê serdemê da dahatên îxracata xaza siruştî jî ji sedî 2,2 zêde bûn û bû 16,9 milyar dolarî.

Di vê serdemê da hecma îxracata neftê ya Rûsyayê ji sedî 1,6 zêde bû û derket 87,2 milyon tonî, hecma îxracata xaza siruştî jî ji sedî 5,3 kêm bû û berjêrî 76,2 milyar metrekûpî bû.

Herwiha di serdema navborî da îxracata xaza siruştî ya rohnkirî (LNG) jî ji sedî 50 zêde bû û derket 23,1 milyon metrekûpî. Dahatên îxracata LNGyê jî derket 3,6 milyar dolarî.

Rûsyayê herwisa par ji îxracata neftê bi tevahî 129 milyar dolar, ji îxracata xaza siruştî jî bi tevahî 49,1 milyar dolar dahat bi dest xist.

Babetên bi vê mijarêve girêday