Dadgeha Fîdral hinartina Mûçe û Budcê Herêmê ret kir

Dadgeha Fîdral hinartina Mûçe û Budcê Herêmê ret kir

WAAR_Duhok

Dadgeha Fîdral a Îraqê sikalaya Firaksiyonên Yekîtî, Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî ku daxwaz kirbû Îraq qanûna Budceyî bicî bîne ret kir.
Her 4 firaksiyonên Kurdistanî li ser retkirina sikala ya wan ji aliyê dadgeha Fîdral ve rûnkirinek belav kir û têda diyar kir: Wan li dadgeha Fîdral sikalayek li ser nepêgîrîkirin bi qanûna Budceya Îraqê ya sala 2017ê  û ne hinartina mûçe û Budceya Herêmê araste kirbû lê îro ew sikalaye hat retkirin.

Amaje jî kir: Dadgeha Fîdral bi behaneya wê yekê ku ne di taybetmendîya wan de ye ew sikala ret kir.
Her 4 Firaksiyonên Kurdistanê daxwaz ji hikumeta Herêmê kir di gel vekirina wî laperê nû yê îro hatî ragihandin di gel hikumeta Bexdayê de, gavan bavêje, daku kêşeya darayî ya Herêma Kurdistanê bê çarekirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday