Çiyayê Cudî-Cudîyê Miraza

Çiyayê Cudî-Cudîyê Miraza

 

Waar–Duhok:

Çiyayê Cudî li Bakurê Kurdistanê di navbera Zaxo, Silopiya û Dêrîkê de çiyayekî 2 114 m bilind e. Jorên Çiyayê Cudî gelek baranê digre ji ber wê jî daristanên çam û meşe lê gelek hene. Çar navserên Cudî ya ku ji 2000 m bilindtir in hene. Ji van ya 2017 m bilind e, bi navê Girê Ziyaretê Nuh Pêxember tê nasîn.

Cudî cîhê ku mirovan rizgar kiriye parastiye û jiyan dayê.

Nebi Nuh keştiyek amade kiriye û di heman demê de zêrên xwe, zîvên xwe, tiştên xwe yê ku ji bo wi pir mezine, kiriye keştî de, ji her zindiyan cotekî û tovên nebatên ku ji bo wan bi kêr ben jî li keştiyê bar dikin û piştre jî malbata xwe li keştiyê swar dikin.

Piştê wê tufana mezin keştiya Nuh li ser avê dimîne.Tevahî zindî ji derveyê yên di keştî de hemû dinava wê avê de fetisîne û tûne bûne. Ew tufan şeş şêv û şeş roj berdewam dike. Li gor riwayetê, keştiya Nuh piştî tufanê li serê çiyayê Cudî ketiye ser erdê. Piştê ku tufan di sekine, roja din Nuh kevokek rê dike lê kevok cardin dizivire, roja din hecîreşkek rê dike ew jî tê. Roja sêye mîn jî qijikek rê dike lê qijik paş de nayê. Dema paşte nayê pir kêfxweş dibe û keştî dide sekinandin û li ser lutkeyê ku keştî sekiniye qurbanek dide. Îro di milê pir kesan de tê gotin ku ew cîhê ku keştî li ser sekiniye çiyayê Cudî ye. Di destana afirandinê de Cudî cîhê ku mirovan rizgar kiriye, parastiye, jiyan dayê û cîh dayê tê dîtin.

Hemû Pirtûkên Pîroz bi hindek cûdahîyan behsa vê Çîrokê dikin.

Çiyayê Cudî di milê xwezayî de pir bi berheme.

Sefîneya ku li serê Cudî ye heya niha jî di milê pir nivîskar û mirovên ilimdar de mijarê lêkolînê ne. Dema etîmolojî ango zimannasive jî tê lêkolînkirin wateyê peyvên Nuh û Cudî di zimanê Kurdî de tê wateya cîhê kî nû dîtin. ( Nuh: ango nû, Cu: cîh, Dî: Dît) Ev her sê peyv di bingehên wê yê etîmolojîk de pir kevne. Di heman demê de tê texmîn kirin ku ev B.Z. 10.000 zimanê çandinî ya Neolotîk e. Tê zanîn ku zimanê Aryen jî di van hereman de pêşketiye.

Dema mirov di çe li serê lutkeyên Cudî ango li ser Sefînê ew dem milê wê yê Başur de Silopî, deşta Silopî, çemê Xabur û kêlaka wê jî Zaxo bi dehan gund xwiya dike. Di milê wê yê Rojava jî navenda Cîzra Botan û ava Dîcle û gundên ku li ser hatine ava kirin, milê wê yê Bakur jî bajarê Şirnex, gund û navçeyên girêdayî wê xûya dike. Milê wê yê Rojhilat jî çemê Hêzil, Sîneht, Mîrfeşîş û herema Heftanîn dirêj dibe. Rêya ku ji Bakurê Şirnexê derbas di be, Rojava Cizîr, milê Rojhilat jî Sêgirkê, Beytûşebap û ber bi Qilebanê ve diçe.

Gabar Cudî silav dike..

Di heman demê de gava mirov ji Gabarê ber bi milê Rojhilat ve meyze dike mezin bûn, heybet bûyîn û serwer bûyîna Cudî bi efsaneya xwe re ber çavê mirov zindî dibe. Bi taybet jî di kêliyên dema roj hiltê û diçe ava, lûtkeyên Cudî bi sorikî boyax dike. Dema mirov wê kêliyê dibîne dibêje qey Cudî xwe bi agir pîroz dike û li ser lûtkeyê wê agir pê dikeve.

Li qontarê Cudî, li milê Başur bi dehan gund hene. Çemê Hêzil ji milê Rojhilat ve diherike û çemê Xabur jî pêre dibe yek. Her çiqasî Zaxo û Silopî ji hev qut bike jî, lê dema mirov li ser serê Cudî meyze dike her du bajar hevbend xwiya dikin. Ji xeta Başur û ji herema Silopî de ango ji milê deştê ve dema mirov mêyze dike ji Cizîrê heya Mîrgêşîşê dirêj dibe û lûtkeya wê carna bi duman, carna bi mij, carna jî sor e. Lê her ku mirov nêz dibe êdî Cudî mirovan dikeşe hûndirê xwe.

Cudî weke herem jî di sêgoşeya Tirkiye, Suriye û Iraq ê de di mîne. Di vê wateyê de herema Cudî di milê jeo-stratejîk de cîhekê giring digre.

Cudî weke herem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel, bi çavkaniyên xwe yên jiyanî ên binerd û sererd jî xwedî cîhekê taybet e.Milê wê yê Bakur, bi ocaxên xwe yên rejî, tûtin û pembûyên li deşta Silopî hatine çandin  di nava dewlemend bûyîna wê de cîh digre. Li her çar milên wê, kaniyên diherike hene, baxçeyên wê yên ku her cûrên fêkî di navde şîn dibin ji bo aboriya gelê wê derê jiyane.

Dema mirov cihên avabûyii baş lêkolîn bike, wê rastî şopên gelên li wir jiyan kirine, çanda wan û şaristaniya wan bêt. Heya niha jî li heremê de Asurî, Keldanî, Ermenî her çiqasî weke ku bûne Kurd xwiya bikin jî, çanda pirrengiya vê heremê dide diyar kirin. Rewşa heremê ya jeo-stratejîk jî dide diyar kirin ku dîrokê de bûye xeta derbas bûna gelek artêşan, li vir şer kirine û şopên xwe jî hêlane. Berbi dawiya sedsala 20.de ji derveyê gundê Asuriyan yên binavê Hesenan û Besbin, gelên deverê tevahî Kurd in. Gelên heremê milên avahiya civakî, dîrokî, çandî û aborî de bi awayekî cûda cûda xwe dide xwiya kirin. Ji ber ku Botan navend e, ji bo wê jî Kurdîtî  û kevneşopî di asta jor de tê jiyankirin.

Ji demê “dewleta Kurdan a Merwanî” heya niha Cizîr rê li hember pêşketinên giring vekiriye û di dîroka Kurdan de jî cîhekî xwe yê giring girtiye.

Cudî bi xwe romaneke, welateke.. Divê bi rojan lê bigerin û guhdarî çîrokên di nava sin û gê Cudî bikin. Lawikê Xerîb ku gelek stranên herêmî li serê hatiye çêkirin çîroka şerê başî û xirabiya di hundirî mirov de ye. Kaniya cina Heye ku gava mirov diçer ser radiwest e lê gava mirov hindek jê dûr diçe bi guv guvan diherike. Sefineya Nuh ango Keştiya Nuh, gundên Asurî ya bi bexçeyên feqîyan ve xemiliye û rûbarokên li dora Cudî. Ez bêjim çi xwendevanên heja. Tenê çûyîna navserê Cudî û dimenên ku ji wir ji wê lutkeyê tê dîtin hejay e mirov bi rojan bêje. Her sê parçeya Kurdistanê wek kirasê bukaniya Cudî li dorê ber bi deştê ve dirêj dibin.

Cûdî bi rastî jî nayê vegotin dibê bê dîtin û jiyankirin. Ji ber ku dîtina Cudî û tê de jiyankirin ji berî hezaran salan ve bi serê xwe çîrok e.

Medîne Mehmûd

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.