Civata wezîrên Herêmê li dor dahat û xercîyên Petrolê komdibe

Civata wezîrên Herêmê li dor dahat û xercîyên Petrolê komdibe

WAAR_Duhok:

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro komdibe û kompanîya Dîlot ya Amerîkî dê dahat û xercîyên Petrola Herêmê di 6 mehên bûrî da eşkerabike.
Li goreyî agahîyên WAARê civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro bi serperşitîya Nêçîrvan Barzanî serokê civatê yekem kombûna xwe di îsal da dike û têda kompanîya dîlot ya Amerîkî dê raporekê li dor dahat û xercîyên Petrola Herêmê û horkatyên hinartinê di 6 mehên bûrî da eşkerabike.
Tewerê duyê yê kombûnê jî, li dor xizmetguzarîyên giştî û mûçeyên fermanberane û dê bas li seredana şanda wezaretên Saxlemî û Perwerdê jî bo Bexda bê kirin.
Kompanîya Dîlot ji mezintirîn kompanyên cîhanê ye di bwarê horbînyê da û li dawîya sala 2016ê, rêkketinek ji bo horbînyê di kertê Petrola Herêmê da di gel hikumeta Herêmê îmzakirîye.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.