Civata wezîran: Heta rizgarkirina hemû Êzîdîyan hewlên me wê berdewam bin

 Civata wezîran: Heta rizgarkirina hemû Êzîdîyan hewlên me wê berdewam bin

 

Waar–Duhok:

Civata wezîrên herêma Kurdistanê, cejna Çarşemba Sor ya Êzîdîyan pîroz kir û ragîhand; heta mirovê Êzîdî jî di dest Daişê da mabe, hikûmet bo rizgarkirina wan wê li ser hewlên xwe berdewam be.

Di peyamekê da, civata wezîrên herêma Kurdistanê pîrozbahîyên cejnê li Êzîdîyên Kurdistanê û hemû cîhanê kirin û dîyar kirîye, Êzîdî weku hemû pêkhateyên din yên olî û Neteweyî yên Kurdistanê, bûne armanca hovatîya Daişê, ew hêvî xwazin Kurdên Êzîdî bi serbestî û azadî vegerin ser malên xwe yên avakirî û cejnên xwe yên bê pîroz bikin.

Civata wezîran da zanîn jî ku hikûmet ji bo rizgarkirina Êzîdîyên di dest Daişê da, dê bi hemû hewlên xwe ve berdewam be û heta mirovekî Êzîdî jî di dest Daişê da mabe,hewlên hikûmetê dê berdewam bin, dîsan di ware bi cînosayd nasandina keysa Êzîdîyan jî, li ser astê Navdewletî, hewlên hikûmeta herêmê berdewamin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *