Cinazeyê Mihemmed Mursî hat definkirin

Cinazeyê Mihemmed Mursî hat definkirin

WAAR_Duhok:

Cinazeyê Mihemmed Mursiyê Serokomarê hilbijartî yê ewil ê Misrê di saet 05.00an da li Qahireyê di tevdîrên ewlehiyê da hat definkirin.

Li gor agahiyên hatin sitandin, di dema definkirina cinazeyê Mihemmed Mursî da tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin hildan.

Cinazeyê Mursî li goristana ku mirşîdên Birayên Misliman (Îxwan) lê tên definkirin a li Medînet Nasra li rojhilatê Qahireyê hat definkirin.

Cinaze di saet 05.00an da hat definkirin, xêncî malbata Mursî û parêzerên wî kes beşdarî merasimê nebû.

– Li salona dadgehê wefat kir

Mursiyê 67 salî yê ku li Misrê bi derbeya eskerî ji text hatibû daxistin dema bi îdiaya “sîxuriyê” dihat darizandin li salona mehkemeyê wefat kiribû.

Di sala 2011î da bi şoreşa gel va Husnî Mibarekê Serokomarê Misrê yê berê îstifa kiribû û di sala 2012an da hilbijartinên demokratîk hatibûn kirin û Mihemmed Mursî bibû Serokomarê cara ewil ê bi hilbijartinê hatiye bijartin.

Ebdilfetah Sîsiyê Wezîrê Parastinê yê wê çaxê di 3yê tîrmeha 2013an da derbeya eskerî kiribû bibû serokomar Mursî ji wezifeyê dûr xistibû.

Di televizyona Misrê da hatibû îdiakirin ku “Di serê Mihemmed Mursî da kunêr hebûye, her tim dihat şopandin û ji ber nexweşiya dil miriye”.

Dozgeriya Misrê berê diyar kiribû ku dema Mursî rakirine nexweşxaneyê ji xwe miribûye.

Babetên bi vê mijarêve girêday