Chelseayê futbolîstê tîma Borussîa Dortmundê Chrîstîan Pulîsîc transfer kir

Chelseayê futbolîstê tîma Borussîa Dortmundê Chrîstîan Pulîsîc transfer kir

WAAR_Duhok:

Tîma Îngiltereyê Chelseayê futbolîstê Amerîkî Chrîstîan Pulîsîcê bi eslê xwe Xirvat e û di tîma Almanyayê Borussîa Dortmundê da dilîze transfer kir.

Kluba Borussîa Dortmundê daxuyaniyek da û got tîma Îngiltereyê Chelseayê ji bo Chrîstîan Pulîsîc (20) 64 milyon ewro daye û ew hildaye tîma xwe.

Hat gotin heta dawiya sezonê Pulîsîc wê di tîma Borussîa Dortmundê da bi kirê bilîze, ji sezona 2019-2020an pê va jî ewê formaya Chelseayê li xwe bike.

Rahênerê Alman Mîchael Zorc got xeyala Chrîstîan Pulîsîc ew bû ku ew di Lîga Premîerê da bilîze, ji ber vê wan jî teklîfa Chelseayê qebûl kiriye.

Chrîstîan Pulîsîc ji sezona 2015-2016an vir va di tîma Borussîa Dortmundê da dilîze.

Pulîsîc heta niha di 115 pêşbirkên fermî da lîst û 15 gol avêtin.

Babetên bi vê mijarêve girêday