Çêlekê za û 3 golik anî

Çêlekê za û 3 golik anî

WAAR_Duhok:

Li gor agahiyan, xwediyê çêlekê Tugay Budakliyê ku li gundê Yalinkayayê dijî dema diçe tewlê dibîne ku çêla wî zaye.

Budak got çêleka wî ya ku navê “Marya” ye piştî 10 deqîqeyan golikek din jî aniye û wiha got:

“Me pişt ra ferq kir golikeke din jî zikê wê de ye. Ji bo ya sêyemîn bîne me alîkarî kir. Me navê golikan danî Mercan, Beto û Doguş. Em şaş û metal bûn. Cara ewil e em tiştekî wiha dibînin. Karê Xwedê ye. Em gelekî kêfxweş bûn.”

Beytar hatin gund û rewşa golikan ya tenduristî kontrol kirin.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Qersê Huseyîn Duzgun jî daxuyanî da û got ku ew bi vê xeberê gelekî kêfxweş bûn û wiha got: “Me golikek dabû malbatê. Niha çêleka wan za û golikên wan bûn 3. Em jî li ser vê xeberê kêfxweş bûn. Çêlek herî zêde cêwî tînin lê sêwîk kêm in.”

 

Babetên bi vê mijarêve girêday