Cejna Zimanê Kurdî

Cejna Zimanê Kurdî

WAAR_Amed:

Bi pêşengtiya Celadet Eli Bedirxan di sala 1932’an de li Şamê Kovara Kurdî ya bi navê Hawarê dest bi weşanê kir. Ji wê rojê pêde 15 Gulanê weke cejna Zimanê Kurdî tê pirozkirin.

Li Amedê ji platforma parastina zimanê Kurdî li ser vê yêkê daxuyanîyeke da çapemenîyê. Di daxuyanîyê de pirsgirêk û çareserîyên zimanê kurdi hatin gotûbêjkirin. Herwiha berdevkê platformê yê demkî Şerefxan Cizirî ji Waarê re behsa daxwaziyên xwe yên ji civakê kir û got: “Dazwaziye me ji Kurda, civakê, saziya, siyasetmedar, revşenbira, ji herkesê bila xwedi zimanê xwe derkevin. Bila bi zimanê xwe çalekîya bikin û bi zamanê xwe şanaz jibin.

Ji aliyê din ve endamekê yê platformê û rojnamegerke ciwan narînên xwe yên li ser vê rojê anîn ziman. “Cejna Zimanê kurdi bila bo me hemuyan piroz be. Ez dixwazim herkes bi malbata xwere, bi gelê xwere bi kurdi xeber bidin.”

İro weke cejna zimanê kurdi tê pirozkirin. Ez ji weke ciwan, weke rojnemevan xwesteka min ewe ku herkes bi zimanê xwe yê dayikê xeber bide. Karên xwe xebatên xwe bi wî şiklî bide meşandin.”

Hêjayê gotinê ye ku 15 Gulana 1932’an bi pêşengtiya Celadet Alî Bedirxan li Şamê Kovara Kurdî ya bi navê Hawarê dest bi weşanê kir. Taybetmendiya Kovara Hawarê ew bû ku cara yekem zimanê Kurdî bi tîpên Latînî hat xwendin û nivîsandin. Ji vê sedemê her sal 15’ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday