Cehfer Êmînkî : Piştî demekî din mûçe dê bi temamî bên dayîn!

Cehfer Êmînkî : Piştî demekî din mûçe dê bi temamî bên dayîn!

WAAR_Duhok:

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê aşkera kir, eger yasaya çaksaziya mûçe û malnişînan derbikeve, wê demê piştî demeke din dê mûçe bi temamî bên dayîn û qutkirin tê de namîne. Lê yasa ji ber sedemên siyasî û bangeşeya helbijartinê dereng dikeve.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Cehfer Emînkî ji çapemeniyê re ragehand, rûniştineke asayî ya parlamentoyê, taybet ji bo guftûgoyên derbarê proje yasaya çaksaziya mûçe û malnişînan de dê birêve biçe û hêviyên xwe anîn ziman ku bikarin yasayê bi pejirînin.

Derbarê yekdengiya li ser derxistina yasayê de jî got: ‘’Ez nikarim behsa yekdengiyê bikim, ji ber berê jî li ser heman babetê hin nakokî hebûn. Piştre jî naha ji ber bangeşeya helbijartinê û hevrikiya siyasî heye û ev hemû bandorê lê dikin. Dibe hin xeletiyên me bixwe jî têde hebin û hestyariya rewşa Kurdistanê bi temamî li berçav nehatibe girtin ku ji ber vê jî yasa pejirandina wê paşket.’’

Derbarê nerazîbûnên hikûmeta herêma Kurdistanê li ser hin guhertinên di yasayê de jî got: ‘’Berê ew yasaya ku hikûmetê rêkir li ser rûniştinek hatibû kirin û ew babet ewqas hatibû berfireh kirin ku, kêm mabû li parlamentoyê yasayeke din û ji nû ve guftûgo li ser bên kirin. Lê pêwîste di esas de yasa wisa be ku wek ji hikûmetê hatî. Peyrewa parlamentoyê rê nade ku dervey projeya hikûmetê guftûgo li ser yasayek din a wisa bê kirin.’’

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.