Cara dawîn gundê xwe yê ku dê di bin avê da bimîne ziyaret kirin

Cara dawîn gundê xwe yê ku dê di bin avê da bimîne ziyaret kirin

Li Qersê welatiyên ku ji ber bendava ku par çêkirina wê hat temamkirin hêdî hêdî gundê wan di bin avê da dimîne cara dawîn cihê ku lê dijiyan ziyaret kirin û ji bo xatireyê wêne kişandin.

Niştecihên gundê Bogaza ku dê di bin ava Bendava Qersê da bimîne li cî û warên xwe yên nû bi cî bûn.

Li Gola Bendava Qersê ji mehên dawîn ên sala par va hêdî hêdî av digihêje hev û gelek xanî di bin avê da winda bûn. Wekî malan dibistana ku lê çendîn salan perwerde hat dayîn, mizgefta lê îbadet hat kirin jî hêdî hêdî di bin avê da dimînin.

Welatî digel ku cî û warên xwe yên nû bi cî bûn ji bo zindîkirina bîranînên xwe cara dawîn gundê xwe ziyaret kirin û wir wêne kişandin.

Babetên bi vê mijarêve girêday