Çalekîya HDPê berdewam dike

Çalekîya HDPê berdewam dike

WAAR_Amed:

Civanên Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê ji bo qeyyuman protesto bikîn xwestin ji parqa Koşuyolu yê heta cadeya Lise yê ya ku protestoyên rûniştinê tên kirin bi meşin. Ji berîya ku civan kombibin polisan parq bi temamî dorpêçkîr. Piştî bi hevre axaftin kirîn destûr hat dayîn ku bê deng meşekê pêk bîn. Meşa civanan bêdeng û dibîn kontrola polisan de bi dawî hat. İro ji hinek saziya seredana çalekîya HDPê kirin. Sazi û komeleyên Elevîyan ji bo piştgiryê seredana çalekîyê kirin. Her wiha bi munasebeta roja Aşurê li vê derê ji bo çalekvanan Aşure hat belav kirin. Dede yê kê Eleviyan Aziz Dere taybet ji WAARê ê re axivî û got: “Em li tu derê şer û mirinê naxwazîn. Em hertim li gel mazlumanîn.”

Ji aliyê din ve parlementerê HDPê yê Amedê Musa Farisoglu jî ev bi çalekîya wan nirxand.

Hêjayê gotinê ye ku 19 yê Tebaxê bi biryara wezareta navxweyî hevşaredarê Amed, Merdî û Wanê ji kar hatîn durxistin û şuna wan parêzgehên wan bajaran hatîn tatin kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday