Brezîlyayê xatir xwest û Belçîka derkete nîvfînalê

Brezîlyayê xatir xwest û Belçîka derkete nîvfînalê

WAAR_Duhok: 

Di çarçoveya yariyên vavartinê yên Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de, Belçîka li hember Brezîlyayê bi 2-1 serkeft û derkete nîvfînalê.

Favoriyê Kûpaya Cîhanê herdu tîmên welatê Brezîlya û Belçîka li yarîgeha Kazan Arena hatine pêşberî hev.

Belçîka pir baş dest bi yariyê kir û di xuleka 13ê de ji kornerê top hat û lîstikvanê brezîlî Fernandinho gok bi şaşî avête nav tora xwe û encam bû 1-0.

Di xuleka 31ê de vê carê Kevin De Bruyne goleke nûwaze tomar kir û encam bû 2-0 û beşa yekemîn wiha bidawî bû.

Di beşa duyemîn de Brezîlya êrîşên xwe zêde kirin û di xuleka 76ê de Renato Agusto bi serê xwe golek avêt û encam bû 2-1.

Di xulekên din de hemû hewldanên Neymar û hevalên wî bêencam man û yarî bi 2-1 bidawî bû.

Bi vî awayî sûprîzeke din pêk hat û piştî Almanya û Arjantînê, Brezîlyayê jî xwatir ji kûpayê xwest. Herwiha piştî van encaman êdî ji parzemîna Amerîka û parzemînên din ti tîm neman. Eşkere bû ku dê tîma dewletekî ewropî Kûpaya Cîhanê bibe.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.