Bozdag: Li Sûrîyayê ya rast çi be em wê diparêzin

Bozdag: Li Sûrîyayê ya rast çi be em wê diparêzin

WAAR_Duhok:

Berdevkê hikumeta Tirkiyeyê Bekir Bozdag bersiv da gotinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku gotibû, “Me Tirkiye û Rûsya ji hev qetand.” Bozdag eşkere kir ku di polîtîkaya mijara Sûriyeyê de ya rast çi be em wê diparêzin.

Berdevkê hikumeta Tirkiyeyê Bekir Bozdag di serdana Qatarê de êrîşa DYA, Fransa û Brîtanyayê ya dijî Sûriyeyê nirxand. Bozdag li ser gotinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron de jî ku gotibû, “Me Tirkiye û Rûsya ji hev qetand” wiha bersiv da, “Tirkiye di mijara politikaya Sûriyeyê de her dem ya rast çi be ew parastiye, em her dem li dijî piştgiriya rêxistinan ya rejîma Sûriyeyê derdikevin, her wiha ji aliyê din ve Tirkiye ne bi DYAyê, ne bi Rûsya û Îranê re ji bo heman armancê têdikoşe.”

Bozdag di berdewamiya axaftina xwe de got, kuştina sivîlan ya bi çekên kîmyewî tiştekî xelet e, hovîtî ye û nayê qebûlkirin. Hin dewlet bê gûman bê şert û merc rejîma Esad diparêzên û piştgiriyê didinê, em li dijî vê polîtîkayê ne.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.