Bexda pabendî biryarên civina Barzanî, ‘Elawî û Nucêfî nabe

Bexda pabendî biryarên civina Barzanî, ‘Elawî û Nucêfî nabe

WAAR_Duhok:

Peyivdarê fermîyê serokatîya wezîrên Îraqê îro ragihand; Hikumeta navendî pabendî biryarê civina serokê Herêma Kurdistanê di gel cîgirên serokkomarê Îraqê nabe.
Se’ed Hedîsî di daxuyanîyekê da got: Hikumeta Îraqê pêgiîr nîne, pabendî wan biryaran bibe ku di civina duh ya Serokê Herêma Kurdistanê da di gel Eyad ‘Elawî û Osame Nucêfî cîgirê serokkomarê Îraqê rêkkeftin li ser hatîye krin.
Hedîsî ew yek ragihand û dubare tekez li helwestê hikumeta Îraqê kir ku referandoma serxwebûna Kurdistanê ji dervey destûrî hatîye kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê duh di gel herdu cîgirên serokkomarê Îraqê civiya û rêkkeftin li ser çar xalan kirin, ji wan destipêkirina gotubêjên Hewlêr û Bexdayê û rakirina sizayên ser Herêma Kurdistanê.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.