Beşîktaş û Alanyaspor wê sibê bên pêşberî hev

Beşîktaş û Alanyaspor wê sibê bên pêşberî hev

WAAR_Duhok:

Di 32yemîn hefteya Lîga Super a Spor Totoyê da Beşîktaş û tîma Aytemîz Alanyasporê wê sibê bên pêşberî hev.

Pêşbirk wê li Vodafone Parkê di saet 20.00an da dest pê bike.

Hakemê pêşbirkê wê Cuneyt Çakir be.

Hefta borî Galatasarayê 2-0 Beşîktaş têk biribû, lê Beşîktaş wê di pêşbirka bi Alanyasporê da hewl bide ku tîmê têk bibe.

– 5 futbolîstên Beşîktaşê xwedî cezaya karta zer in

Hefta bê jî Beşîktaş wê derkeve pêşberî Trabzonsporê, lê 5 futbolîstên tîmê xwedî cezaya karta zer in.

Burak Yilmaz, Rîcardo Quaresma, Domagoj Vîda û Jeremain Lens heke sibê di pêşbirkê da cezaya kartê hildin wê nikaribin beşdarî pêşbirka bi Trabzonsporê ra bibin.

Gokhan Gonulê di pêşbirka bi Galatasarayê da seqet bûbû jî xwedî cezaya karta zer e.

– Pêşbirka bi Alanyasporê ra

Beşîktaş û Alanyaspor sibê di Lîga Super da wê cara 63mîn bên pêşberî hevdu.

Ji 5 pêşbirkên derbasbûyî jê 4 heb bi serkeftina Bêşîktaşê qediyan.

Pêşbirka nîva ewil a sezonê jî 0-0 qediyabû.

Di van pêşbirkan da Beşîktaş 11 gol, Alanyasporê jî 3 gol avêtin.

Babetên bi vê mijarêve girêday