Bersiva êrîşa Trabzonê bi Gula hat dayîn

Bersiva êrîşa Trabzonê bi Gula hat dayîn

WAAR_Duhok:

Saziyên civaka sivîl li bajarê Diyarbekir yê Bakûrê Kurdistanê, wek bersivek li hember êrişa faşîstan li dijî tûrîstên Başûrê Kurdistanê li Trabzonê, bi gulan pêşwazî li welatiyên Başûrî kirin.

Çend roj berê li bajarê Trabzon yê Tirkiyê, komek tûrîstên Başûrê Kurdistanê, ji ber xatirê “Kurdistan”ê rastî êrişa faşîstan hatibûn, paşê jî ji aliyê dewletê ve hatibûn girtin û ji Tirkiyê hatibûn derxistin.

Li hember wê reftara kirêt, Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê (DTSO), Borsaya Bazirganî ya Diyarbekirê, Yekitiya Odeyên Esnaf û Senetkarên Diyarbekirê û Yekitiya Ajansên Geriyanê ya Tirkiyê (TURSAB) bi gulan û hildana pankartên kurdî û tirkî, pêşwazî li welatiyên Başûrê Kurdistanê kirin.

Nûner û serokên wan saziyan li firokexaneya Diyarbekirê çûn pêşwaziya wan welatiyên Başûrî, dema welatiyên Başûrî ew pêşwaziya germ dîtin, kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya wan kirin.

Ji aliyê din ve geştiyarên ji derî derdiketîn û li hemberî xwe ev kom didîtîn matmayî diman û bi keyfxweşî ji wir derbaz dibun.

Babetên bi vê mijarêve girêday