Bermîla petrola brent bi 58,37 dolarî tê firotin

Bermîla petrola brent bi 58,37 dolarî tê firotin

WAAR_Duhok:

Li bazarên navneteweyî bermîla petrola brent bi 58,37 dolarî tê firotin.

Bermîla petrola brentê rona înê di nav rojê da hetanî 59,13 dolarî hatibû firotin û di dawiya rojê da bi 58,73 dolarî hatibû firotin. Îro jî bermîla petrola brentê ji saet 09.46an pê va li gor roja înê ji sedî 0,61 kêm bû û dakete 58,37 dolarî.

Di heman demê da bermîla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 54,29 dolarî hat firotin.

Pispor dibêjin şerê bazirganiyê yê di navbera Amerîka û Çînê da li aboriya kurewî dibe sedema fikaran û li ser bihayê petrolê tesîr dike.

Babetên bi vê mijarêve girêday