Bermayiyên “tûtiyê dinyayê yê herî mezin” hat dîtin

Bermayiyên “tûtiyê dinyayê yê herî mezin” hat dîtin

WAAR_Duhok:

Li herêma Otagoya Navîn ya Zelandaya Nû fosîla tûtiyekî ku li ser dinyayê ya herî mezin tê qebûlkirin, hat dîtin.

Li gor nûçeya Radyoya Zelandaya Nû fosîla tûtiyî li herêma Otagoya Navîn ya li Girava Başûr hat dîtin.

Li dinyayê tûtiyê herî mezin û giran yê tê zanîn Kakapo ye. Li gor agahiyan fosîla nû ji vî cureyî 2 qat mezintir û girantir e. Zanyaran navê fosîla nû danî “Herkul.”

Li gor agahiyan dirêjehiya fosîla Herkul mêtreyek û giraniya wî jî 7 kîlo ye.

Hîndekarê Zanînge Flînders Doçent Trevor Worthy got ku dîroka van fosîlan heta 19 milyon salan diçe û wiha wiha axivî:

“Em li vê derê qasî 20 salan e axê dikolin. Em bi xêra van kolanan her sal cureyekî çûkan yan jî heywaneke din kifş dikin. Herkulê me kifş kir çûkekî gelekî girîng e. Li vê derê hê gelek cureyên din hene û li hêviyê ne em wan kifş bikin.”

Worthyê diyar kir ku wan li herêma St. Bathansê heta niha 7 hezar hestiyên çûkan dîtine.

Babetên bi vê mijarêve girêday