Barzanî û wezîrê derve yê Almanya li dor şerê Daişê kom bûn

Barzanî û wezîrê derve yê Almanya li dor şerê Daişê kom bûn

 

Waar–Duhok:

Wezîrê derve yê Almanya îro li Hewlêrê digel serokê herêma Kurdistanê kom bû û şerê dijî Daişê gotubêj kirin.

Piştî kombûna di gel Nêçîrvan Barzanî, Zêgmar Gabiryêl wezîrê derve yê Almanya li Pîrmam digel Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kom bû.

Li gorî zanyarîyên War, Mesûd Barzanî û Zêgmar Gabiryêl gotubêj li dor şerê Daişê, alîkarîya awareyan û peywendîyên du qolî kirine.

Peyamnêrê War li Hewlêrê dîyar kir, wezîrê derve yê Almanya alîkarî ji bo awareyan digel xwe anîne û di bernameya wwan daye, serdana kempeka awareyan li sînorê Hewlêrê bikin.

Zêgmar Gabiryêl doh bi seredaneka fermî gihiştibû Bexdaya paytexta Îraqê û li wêderê digel serok komar û wezîrê derve kom bibû. Şevîdin jî gihişte Hewlêrê û ji alîyê Nêçîrvan Barzanî serok wezîran pêşwazî lê hatibû kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.