Barzanî û Ebadî pêşveçûnên oparasyona rizgar kirina Mûsilê gotubêj kirin

Barzanî û Ebadî pêşveçûnên oparasyona rizgar kirina Mûsilê gotubêj kirin

 

Waar–Duhok:

Serokê herêma Kurdistanê û serok wezîrên Îraqê îro li Hewlêrê pêşveçûnên meydanî yên operasyona rizgar kirina Mûsilê û hemahengîya di navbera hêzên pêşmerge û supayê Îraqê da gotûbêj kirin.

Heyder Ebadî serok wezîrên Îraqê, piştî îro serdana Mûsilê kirî û digel fermandeya operasyonên rizgar kirina wî bajêrî kom bû, bi rêya frokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî gihişt herêmê û ji alîyê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Paşê Barzanî û Ebadî di kombûnekê da dawî pêşhatîyên şerê dijî Daişê û operasyona rizgar kirina Mûsilê li rojhilat û rojavayê wî bajarî behs kirin û herdu alîyan serkeftinên serbazî yên li dijî Daişê pîroz kirin.

Hêmin Hewramî şîretkarê serokê herêma Kurdistanê bo karubarên derve, di peyçê xwe yê Facebookê da dîyar kir, Barzanî digel Ebadî da behsa berdewamîya hemahengîya baş a di navbera hêzên pêşmerge û supayê Îraqê da bo rûbrûbûna êrîşên hevpişk û herwesa peywendîyên niha û paşerojê di navbera Kurdistanê û Îraqê da kirin.

Piştî vê kombûnê Ebadî berbi Silêmanîyê ve çû û digel Mam Celal sekreterê giştî yê Yekîtîya Nîştîmanî kombû û paşê kombûnek digel mekteba sîyasî ya Yekîtîyê sazkir.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.